BehreynÎranNûçeRojhilatanavin

Meclisa Îranê rakirina mafê welatîbûnê ya Şêx Îsa Qasim, şermezar kir

Li gorî rapora IRNA`yê, li civîna aşkera ya Îro sêşemiyê ya meclisa şêwra Îslamiya Îranê, nûnerên xelkê bi weşandina daxuyaniyekê bona piştgiriya ji rêberê şîeyên Behrêynê ragihandin: Rejîma Alê Xelîfê li çend rojên buhurî du peymanên hiqûqî, siyasî û medenî yên 1966`an a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî bona rakirina mafê welatîbûnê ya ayetullah Şêx Îsa Qasim binpêkiriye.

Li gorî peymannama Rêxistina Neteweyên Yekgirtî, tu welatek nikare mafê welatîbûnê ji welatiyên xwe bistîne, heta eger wan cinayet cih anîbin.

Piştî destpêbûna Înqilaba 14`ê Sibatê li Behrêynê di sala 2011`an de, Şêx Îsa di pratîkê de bû serokê vê înqilabê û axiftinên wî û xutbeyên wî yên li nimêjên îniyê, roleka pir girîng li înqilaba vî welatî hebûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu