ÎranNûçeRojhilatanavin

Behram Qasimî ragehand ku, civîneke sê alî di navbera Îran, Tirkiyê û Rûsyayê de derbarê danûstandinên Astanayê li Tehranê tê li darxistin

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasmî di kongreyeke rojnemevanî de ragehand ku, îro roja Sêşemê 18.04.2017 li Tehranê peytexta Îranê civîneke sê alî di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de derbarê kirîza Sûriyê bi rêve çû.

Behram Qasmî da zanîn ku, civîn tenê li ser dirêjahiya rojekê bû û li ser asta pispporan li Tehranê hate li darxistin.

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê got jî ku, ew bi hêviye gera nû ya civînên Asataniyê ku, biriyre di rojên(3-4) meha Gulanê werin lidarxistin.

Tê zanîn ku, dawî civînên Astanayê di meha Adara borî de bû, ew jî bi serperiştiya her sê welatên Rûsya, Îran û Tirkiyê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu