CîhanNûçeRojhilatanavin

Meclisa Nûneran a Amerîkayê nahêle destê Trump li birêxistina cengê vekirî be

Endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê qanûnek pesend kirin da ku destê serokomarê vî welatî li birêxistina cengê vekirî nehêlin û pêşiya wî bigirin da ku bi serê xwe şer û cengê li dijî welatên din bi rê ve nebe.

Li gor IRNAyê, Endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê pêşniyarqanûnek pesind kirin ku li gor wê serokomarê vî welatî Donald Trump nikare ji îxtiyar û şiyanên taybet ên leşkerî yên diyarkirî li sala 2001 îstifade bike.  Pêwîst e ev pêşniyarqanûna li meclisa Snayê jî were pejirandin da ku bibe qanûn.

Ev fikra ji endamên Meclisa Nûneran a Amerîkayê çêbûye ku tundrewên Koşka Sipî bisaya lêzanînê derew ên ku rayedarên amerîkî yên wekî wezîrê derve Mike Pompeo didin, dest daynin ser qanûna pesindbûyî ya sala 2001 li bara bkaranîna pêngava leşkerî ya têkeldarî êrişa 11 Îlonn û Amerîkayê bêxin nav şerekî nû.

Endamê Meclisa Nûneran a Amerîkayê David Cicilline(Sîsîlînî) di civîna xwe û nûnerê taybet ê Amerîkayê li karûbarên Îranê Brian Hook de got: Kiryarên hikûmeta Trump li mideha 18 mehên borî,ev welata xistiye nav tecrîdeke giran û her diçe wê ber bi şêr dibe.

David Cicilline got hikûmeta Trump ti îzn û îxtiyarek ji bo rêxistina şêr li dijî Îranê tine.

Brian Hook jî îdiayên berê li dijî Îranê dubarekirin û got: Armanca bi hêzkirina leşkerî ya Amerîkayê li navçê girtina pêşiya zêdexwaziyên Îranê ye.

Başa dön tuşu