AsyaEfrîqaEwropaNûçe

Berteka Amerîkayê li hember pêncemîn ceribandina navokî ya Koreya Bakûr

Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê, pêncemîn ceribandina navokî ya Koreya Bakûr, şermezar kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Nêd Prays (Ned Price), berdevkê Konseya Ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê, roja îniyê bi weşandina daxuyaniyekê ji bilî şermezarkirina pêncemîn ceribandina navokî ya Koreya Bakûr, ragihand ku dewleta Amerîkayê, alûgorên navçeya rojhilata Asyayê, ji nêz va diçopîne û xwe girêdaiyê vê yekê dizane ku ji bilî parastina ewlehiya hevpeymanên xwe yên li navçê, bi wan re hevkariyeka nêzîk hebe.

Prays herwiha got, dewleta Amerîkayê kiryarên wiha yên Koreya Bakûr, nîşana aşkera ya binpêkirina biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgierî (NY) dizane û ji bilî hilkolandina mijarê di Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê û Konseya Ewlehiya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de, wê kiryarên pêwîst ên dijî dewleta Koreya Bakûr cih bîne.

Barak Obama, serokkomarê Amerîkayê jî li gotûbêja telefonî ya tev Şînzo Abê, serokwezîrê Japonyayê,nigeraniya xwe derheq vê ceribandina navokî diyar kir û ew sedema binpêkirina aşkera ya biryarnameyên Konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî da zanîn. Televîzyona dewletî ya KCTV û malpera nûçeyan a rojnama Pyong Yang Time  ya Koreya Bakûr, pêncemîn ceribandina navokî ya vî welatî weşandin.

Rapora televîzyona dewletî ya Koreya Bakûr, nîşan dide ku dewleta vî welatî ji bilî piştrastkirina nûçeya cihatina serketî ya vê ceribandinê, ragihand ku ji vir şûnda wê çawanî û çiqasî van ceribandinan zêde bike. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu