AborîÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Hevhatina Îran û Sûriyê ji bo hevkariyên aborî

Alîkarê palndarêştin û rêveberiya çavkaniyên wezareta rê û çêkirina bajêran a Komara Îslamî ya Îranê,îniyê şevê diyar kir: Hevhatiannama stratejîk a demdirêj a baoriyê navbera Îran û Sûriyê hatiye amadekirin û dê bi zûtirkê ji aliyê rayedarên pilebilind ên her du welatan were îmzekirin.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Emîr  Emînî li kêleka civîna taxima aboriyê ya Îran û Sûriyê li Şamê bal kişand ser vê yekê ku  avendakirina  binavhiyên Sûriyê, pişkek ji hevhatina stratejîk a  aborî ya demdirêj navbera  vî welatî û Îranê ye û got: Sûriye niha bereberê qonaxa nû ya vedankirinê ye û  pişka nedewletî ya Îranê bi hebûna  şiyan û ezmûnên  xwe yên  zêde dikare alîkariya vî welatî bike.

Alîkarê palndarêştin û rêveberiya  çavkaniyên wezareta rê û çêkirina  bajêran a Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Mijareke din a ku vê hevhatinê hat berçavgirtin, danûstandinên  diravê derveyî ye ku biryar e diravê xwecî dewsa diravên  derve yên navbera Îran û Sûriyê bigre.

Civîna  dualî ya taxima aborî ya Îran û Sûriyê bi beşdariya  Emîr Emînî, Alîkarê palndarêştin û rêveberiya  çavkaniyên wezareta rê û çêkirina  bajêran  a Komara Îslamî ya Îranê û Samir  Xelîl wezîrê aboriyê yê Sûriyê duşemiya  buhurî li Şamê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu