NûçeFilistînRojhilatanavin

Xalid Meşel: Em bi dijminekî ku tenê ji zimanê hêzê fam dike re rû bi rû ne

Xalid Meşel Serokê Teşkîlata Derve ya Tevgera Berxwedana Îslamî (Hamas) ji ber qetlîama ku duh danê sibê li Nablusê ji teref siyonîstên îşxalker ve hat kirin re sersaxî ji gelê Filistînê re xwest.

Di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de Meşal wiha got; “Ev sûcê ku ji teref siyonîstan ve hatî kirin dide xuyakirin ku em bi dijminekî ku tenê ji zimanê zorê fam dike re rûbirû ne. Ev bûyer nîşan didin ku dagirker bi rijandina xwîna filistîniyan xwe ji bo hilbijartinên pêşwext amade dike.” got.

Meşal di daxuyaniya xwe de got ku bi xwîna pak ya kesên îro (duh) şehîd bûne, wan piştrast kir ku meşa serxwebûn û vegera welatê xwe ya ku li herêma Şerîaya Rojava ya Filistînê rê vekir berdewam dike û got. ev meş tevî hemû zehmetiyan û gelek serdegirtin û xebatên lêgerînê didome.

Meşel destnîşan kir ku dagirker li herêma Mescîda Eqsayê, li taxên Qudsê, bi dorpêçkirina bajarên Cenîn û Nablusê û bi girtinên komî ku bi sedan Filistînî dîl girtine, şerekî vekirî dimeşîne.

Meşal diyar kir ku cînayetên pêşengên berxwedanê yên weke Ayyaş, Tevalîbe û El-Kermî nekarîn milê berxwedana ku li herêma Şerîa Rojava her ku diçe zêde dibe bitewînin.

Li gor agahiya dawî ya Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, di êrîşa ku duh bi şev li Nablusê hat kirin da 5 ciwanên Filistînî şehîd bûn, 5 jê giran 22 kes birîndar bûn. Hat diyarkirin ku yek ji şehîdan yek ji fermandarên Hêlên Şêr Vedî El Huh e.

Her wiha duh danê sibê di pevçûnên ku li ber deriyê gundê Hz.Salih li bakurê Rimêlanê li navenda Şerîeya Rojava rû da de filistînîyekî bi navê Qusay Muhammed Et-Tamimi şehîd bû.

Başa dön tuşu