İslami Davet Kurdi Bange İslami

Mêdya Siyonîstan: Kawûsa S- 300`ê li benda Têlavîvê ye

Mêdya Rejîma Siyonîst, biryara dewleta Rûsyê ya ji bo radestkirina sîstima berevaniya hewayî ya S- 300`ê bo artêşa Sûriyê, kawûsek ji bo Têlavîvê dan zanîn.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya Al ALAM`ê, rojnama Jerusalem Post`ê (Cêrozalim Post), di vî warî de nivîsî: Biryareka bi vî awayî gefeka bixeter ji bo Îsraîlê ye ji ber ku S- 300 wê bandoreka berfireh dayne ser berevaniya hewayî ya Sûriyê.

Kanala 9 a Rejîma Siyonîst jî wek berteka li hember radestkirina vê sîstimê mideha du hefteyên tê de bo Sûriyê, ragihand: Di du hefteyên dahatî de kawûsek li benda Îsraîlê ye.

Vlademîr Pûtîn, serokomarê Rûsyê, duh duşemiyê kiryara balafirên Rejîma Siyonîst, sedema sereke ya jordaxistina balafira ûris bi destê sîstimên berevaniya hewayî ya artêşa Sûriyê li axa vî welatî da zanîn.

Hevgavê vê yekê, Sêrgêy Şowêygo, wezîrê berevaniya Rûsyê jî pêgîrî kir: Bona parastina leşkerên ûris li Sûriyê, sîstima S- 300 wê radestî dewleta Sûriyê bê kirin.

Rojnama El Ray Al Yewmê, îro nivîsî: Biryara Rûsyê ya teyarkirina Sûriyê bi sîstima berevaniya mûşekî ya S- 300`ê, bersiveke vebirr ji aliyê ûrisan ve ye bo Îsraîlê ku li hember hêrsbûna Moskovayê neçar mane ku bêdeng bibin.

Exit mobile version