ÎslâmKarîkatorNûçeRojhilatanavin

Meha Rojî yê Remezan

Yek ji ruknên dînê Îslamê rojî ye. Di erebî da ji gotina rojiyê ra “siyam“ tê gotin. Siyam; yanê “îmsak“ xwe girtina ji tişteki ye. Rojî di loxet da, tê wateya xwe girtin, revîn, dûrketin û xwe parastina ji tiştki ye. Lê di m´ena “şer´î“ da, ji berbanga sibê ya duyemîn heya roj diçe ava, xwe parastina ji xwarin, vexwarin, tiştên di hukmê wan da û têkiliyên cinsî ra, rojî tê gotin.

Rojî çi wextê ferz bûye?

Rojî yek ji ruknê dînê Îslamê ye. Ferziyeta rojiyê bi kitêba Xweda-bi Qur´an û suneta Muhemmed (e.s) e. Rojî çewa li ser umetên Pêxemberên berê ferz bûye, her wiha li umeta Muhemmed pêxember jî ferz bûye. Rojî bi sal û nîvê ku Muhemmed (e.s) ji Mekê koçkir çû Medînê di 10,ê meha Şebanê da, ferz bûye. Muhemmed silavên Xweda lê be, bi tevayî di ´emrê xwe da 9 salan rojî girtiye.

Delîlên ferzbûna rojiyê

Xweda Te`ala di Qur´ana pîroz di sûrê Beqere di ayeta 183an da wiha ferman dike:

يَا أَيُّهَا الَّذِينَ آَمَنُوا كُتِبَ عَلَيْكُمُ الصِّيَامُ كَمَا كُتِبَ عَلَى الَّذِينَ مِنْ قَبْلِكُمْ لَعَلَّكُمْ تَتَّقُونَ

“Gelî ew kesên bawerî anîne, çawa rojîgirtin li ser umetên beriya we hatibû nivîsandin (ferzkirin) her wiha li ser we jî hatiye ferzkirin. Tê hêvîkirin ku hûn xwe (ji gunehan) biparêzin“.

Di sûrê Beqere di ayeta 185an da wiha ferman dike.

 شَهْرُ رَمَضَانَ الَّذِي أُنْزِلَ فِيهِ الْقُرْآنُ هُدًى لِلنَّاسِ وَبَيِّنَاتٍ مِنَ الْهُدَىٰ وَالْفُرْقَانِ  فَمَنْ شَهِدَ مِنْكُمُ الشَّهْرَ فَلْيَصُمْهُ  وَمَنْ كَانَ مَرِيضًا أَوْ عَلَىٰ سَفَرٍ فَعِدَّةٌ مِنْ أَيَّامٍ أُخَرَ  يُرِيدُ اللَّهُ بِكُمُ الْيُسْرَ وَلَا يُرِيدُ بِكُمُ الْعُسْرَ وَلِتُكْمِلُوا الْعِدَّةَ وَلِتُكَبِّرُوا اللَّهَ عَلَىٰ مَا هَدَاكُمْ وَلَعَلَّكُمْ تَشْكُرُونَ 

Meha Remezanê ew meh e ku “Qur´an“ tê da daketiye û rêya rast pêşê mirovan kiriye, bi delîlên vekirî heq û batil ji hev diqetîne. Êdî kî ji we gihaşt wê mehê, bila rojiyê bigire. Di wê mehê da, kesê nexweş be an jî rêwî be, bi qasî rojên ku (rojî negirtiye) paşê (rojiya xwe) bigire. Xweda ji bo we rihatiyê dixwaze, zehmetiyê naxwaze ku hûn hijmara rojiya meha Remeznê temam bikin. Ji boyî ku rêya rast daye pêşiya we, hûn Xweda mezin bizanibin û bihêviya ku şikurdariya Wî bikin.

Hedîsên Pêxember

عَبْدِ اللَّهِ بْنِ عُمَرَ عَنْ أَبِيهِ قَالَ قَالَ عَبْدُ اللَّهِ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ بُنِيَ الْإِسْلَامُ عَلَى خَمْسٍ شَهَادَةِ أَنْ لَا إِلَهَ إِلَّا اللَّهُ وَأَنَّ مُحَمَّدًا عَبْدُهُ وَرَسُولُهُ وَإِقَامِ الصَّلَاةِ وَإِيتَاءِ الزَّكَاةِ وَحَجِّ الْبَيْتِ وَصَوْمِ رَمَضَانَ

`Ebdullah bîn Umer ji bavê xwe radigihîne ku bavê wî ibêje: Pêxember (e.s) got: Îslam li sr pênc tiştan hatiye avakirin. Şehadeta ku ji bilî Xweda xwdayekî din tune û Muhemmed qasid û pêxembrê Wî ye. Li ser kirina nimêjê, dayîna zekatê, girtina rojî û çûyîna hecê (hatiye avakirin)[1].

عَنْ طَلْحَةَ بْنِ عُبَيْدِ اللَّهِ أَنَّ أَعْرَابِيًّا جَاءَ إِلَى رَسُولِ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ ثَائِرَ الرَّأْسِ فَقَالَ يَا رَسُولَ اللَّهِ أَخْبِرْنِي مَاذَا فَرَضَ اللَّهُ عَلَيَّ مِنْ الصَّلَاةِ فَقَالَ الصَّلَوَاتِ الْخَمْسَ إِلَّا أَنْ تَطَّوَّعَ شَيْئًا فَقَالَ أَخْبِرْنِي مَا فَرَضَ اللَّهُ عَلَيَّ مِنْ الصِّيَامِ فَقَالَ شَهْرَ رَمَضَانَ إِلَّا أَنْ تَطَّوَّعَ شَيْئًا فَقَالَ أَخْبِرْنِي بِمَا فَرَضَ اللَّهُ عَلَيَّ مِنْ الزَّكَاةِ فَقَالَ فَأَخْبَرَهُ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ شَرَائِعَ الْإِسْلَامِ قَالَ وَالَّذِي أَكْرَمَكَ لَا أَتَطَوَّعُ شَيْئًا وَلَا أَنْقُصُ مِمَّا فَرَضَ اللَّهُ عَلَيَّ شَيْئًا فَقَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ أَفْلَحَ إِنْ صَدَقَ أَوْ دَخَلَ الْجَنَّةَ إِنْ صَدَقَ

Ji Telhe bîn Ubeydullah hatiye Ragihandin; ku Mirovekî ereb hat ba Rsulellah (e.s) û got: Ya Resulellah ji min ra bibêje; ku Xwedê çi nimêj li ser min ferz kiriye?  Pêxember got: Pênc (weqit) nimêj, ji bilî tişta ku tu lê zede bikî (yanê nimêjên sunet). Mêrik got: Ji min ra bibêje; ku Xwedê çi rojî li ser min ferz kiriye? Pêxember got: Meha Remezanê, ji bilî tişta tu lê zêde bikî. Mêrik got: Ji min ra bibêje ku Xweda çi zekat li ser min ferz kiriye? Pêxember jê ra behsa rêbazên Îslamê kir. Mêrik got ez qesem dikim; yanê sondixwum bi ew ê ku bi te ra qencî kiriye (yanê Xwedê), ez tiştekî lê zêde nakim û ji tişta ku Xweda li ser min ferz kiriye jê jî kêm nakim. Resullelah (e.s) got: Eger tu rast dibêjî tu xilas dibe; an jî eger tu rast dibêjî, tu dê bikeve cenetê.[2]

حَدَّثَنَا إِبْرَاهِيمُ بْنُ مُوسَى أَخْبَرَنَا هِشَامُ بْنُ يُوسُفَ عَنْ ابْنِ جُرَيْجٍ قَالَ أَخْبَرَنِي عَطَاءٌ عَنْ أَبِي صَالِحٍ الزَّيَّاتِ أَنَّهُ سَمِعَ أَبَا هُرَيْرَةَ رَضِيَ اللَّهُ عَنْهُ يَقُولُ قَالَ رَسُولُ اللَّهِ صَلَّى اللَّهُ عَلَيْهِ وَسَلَّمَ قَالَ اللَّهُ كُلُّ عَمَلِ ابْنِ آدَمَ لَهُ إِلَّا الصِّيَامَ فَإِنَّهُ لِي وَأَنَا أَجْزِي بِهِ وَالصِّيَامُ جُنَّةٌ وَإِذَا كَانَ يَوْمُ صَوْمِ أَحَدِكُمْ فَلَا يَرْفُثْ وَلَا يَصْخَبْ فَإِنْ سَابَّهُ أَحَدٌ أَوْ قَاتَلَهُ فَلْيَقُلْ إِنِّي امْرُؤٌ صَائِمٌ وَالَّذِي نَفْسُ مُحَمَّدٍ بِيَدِهِ لَخُلُوفُ فَمِ الصَّائِمِ أَطْيَبُ عِنْدَ اللَّهِ مِنْ رِيحِ الْمِسْكِ لِلصَّائِمِ فَرْحَتَانِ يَفْرَحُهُمَا إِذَا أَفْطَرَ فَرِحَ وَإِذَا لَقِيَ رَبَّهُ فَرِحَ بِصَوْمِهِ

Ji ebî Hureyre Xweda jê razîbe hatiye ragihandin; ku wî ji Pêxember (e.s) bihîstiye ku Pêxember dibêje; Xwedê got: Ji bilî rojiyê, temamên ´emelên benî Adem ji wan ra ye, ew (rojî) ji min ra ye û ez xelata wî didim. “Rojî mertal e“ (yanê xwe paraztina ji guneha ye). Bila kes gotinên fahîşe û ne li rê nebêje û nezan nebe (ku ji bona çi rojî digire). Gava yekê xwest çêrê wî bike an jî bi wî ra pefbiçe, bila du caran bêje; ez bi rojî me. Sondixum bi ew ê ku nefsa min bi destê wî ye, li ba Xwedê bêhna devê kesê bi rojî ji bêhna miskê xweştir e. Ji bona min xwarin, vexwarin û şehweta xwe bicîh dihêle. Rojî ji min ra ye û ez xelata rojiyê didim û her xêrekî bi dehan e.[3]

[1] Muslim; Kîtabul Îman babu beyanu erkanul el-Îslamî we d´eaîmî el-îzam. Hijmara hedîsê 1621. Her wiha ev hedîs di Buxarî û Tirmiziyê da di kitabul-Îman da derba zdibe.

[2] Buxarî: Kîtabu sewm, babu wucubû semû Remezan. Cild 2 rûpel 563.

[3] Buxarî. Kîtabu Sewm, babu-fedlul sewm. Cild 2 rûpel 564, hijmara hedîsê 1894

Başa dön tuşu