NûçeRojhilatanavin

Mehkemekirina şêx Îsa Qasim ket dawiya Çillê

Dadgeha Rejîma Alê Xelîfe ya Behreynê îro piştî ku hûrgiliyên hesabên şêx Îsa Qasim alimê pilebilind ê vî welatî û rêveberê nivîsgeha wî wergirtin, civîna din avêt 30 Çillê.

 Li gorî rapora IRNA`yê, teşkîlata dadweriyê ya Rejîma  Alê Xelîfe ya Behreynê ev çend car in civîna dadgeha şêx Îsa Qasim piştî derbasbûna 200 rojan ji dorpêçkirina navça El-Derazê ya Menamê cihê jiyana wî paşde têxe.

Huseyn El-Deyhî alîkarê sekreterê giştî giştî yê civata El-Wifaqê ya Behreynê got ku civaka navneteweyî piştî 200 rojan li hember mesela dorpêçkirina navça El-Derazê ya Menamê ku zêde ji 20 hezar rûniştiyên wê hene cizakirina komî û hovîtiya  Rejîma Alê Xelîfe  bêbersiv hiştiye .

Şêx El-Deyhî bêdengiya civaka navneteweyî li bara dorpêçkirina  xelkê navça El-Derazê û mala şêx Qasim rexne kir û daxwaza pêknaîna  komîta peydakirina  rastiyê li vê barê kir.

Rejîma Alê Xelîfe, şêx Îsa Qasim û şêx Huseyn El-Mehrûs serokê nivîsgeha wî bi mehna ferîza Xumsê tawanbarî komkirina neqanûnî ya mal û milkan kiriye.

Bi hezaran behreynî çarşamiyê şevê bi lidarxistina  xwenîşandanê li navçên  curbicur ên vî welatî ji wan navça Derazê li Menamê bi avêtina hin sloganan li dijî Rejîma  Alê xelîfe cardinê piştgirî dan şêx Îsa Qasim.

Di eynî demê de, dozgeriya Rejîma Alê Xelîfe, girtina Nebîl Receb, serokê navenda mafên mirovan a Behreynê heya 15 rojên din jî dirêj kir.

Behreyn ji 14 Sibata sala 2011an va bînerê nerazîbûnên gelanî yên li dijî Rejîma Alê Xelîfe ye, xelkê daxwaza azadî, edalet û rakirina  duberekiyê li welatê xwe dikin (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu