AsyaCîhanErebîstanIraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Rojnameyeke Tirkiyê nivîsiye ku Erbistan alîkariya terorîstan dike

Rojnama Yenî Şafak ya nêzîkî dewleta Enqerê nivîsiye ku Riyazê 100 milyon dolar alîkariya komên terorîst li bakûra Sûriyê kiriye.

Tirkiyê alîkariya 100 milyon dolarî ya Erebistanê ji bo komên çalak li bakura Sûriyê bi taybet kurdên sûrî wek dijminatiya li hemberî Enqerê daye zanîn.

Rojnama Yenî Şafak ku li gor siyasetên Erdogan û hikûmeta wî dimeşe nivîsiye: Erebistana Siûdî alîkariya bajarê Reqayê ku li bin deshilata HSDê ye dike.

Amerîka heya ji du salên berê heya niha çend hezar kamyûnên TIR çek û sîlah ji hêzên HSDê re şandine ku eva bûye sedema hêrsbûna hikûmeta Tirkiyê.

Başa dön tuşu