ÎranNûçeRojhilatanavin

Şanoya nû ya Nêtanyahû li NY

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst roja Pêncşemiyê li Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) şanoyeka nû ya propagandayî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi rê xist.

Li gorî rapora Fars Newsê, Bênyamîn Nêtanyahûyê serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bi dubarekirina tawan û îdiayên xwe yên pûç û bêbingeh ên berê, wêneyek nîşan da û îdioa kir ku ambareka nihênî ya atomî li nêizkî Têhranê heye.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst bêyî amajeya bi ambarkirian bi sedan kumikên atomî li ambara atomî ya vê rêjîmê, îdia kir ku ambareka nihênî ya atomî li nêzikî Têhranê heye û got ku Îran li vê navendê bernameya xwe ya nihênî ya çêkirina çeka atomiyê pêşda dibe.

Nêtanyahû bi gotina vê yekê ku Israîlê agahiyên têkildarî vê navenda îdiayî radestî Ajansa Navneteweyî ya Enêrjya Atomê kiriye, ji sersariya ajansê li hemberî îdiayên xwe rexne kir.

Serokwezîrê Rêjîma Siyonîst her wiha ji Yekîtiya Ewropayê ji ber tiştê ku wî hewildana ji bo derbaskirina boykotên Amerîkayê da zanîn rexne kir û got: Nabe ku Ewropa hevkariya bi Îranê ra bike.

Ev şanoya pûropagandayî ya nû ya Nêtanyahû  li halekî ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomêî heta niha bi 12 raporan sozdarioya îranê derbarê hemî soz û berpirsiyariyên li Lihevkirina Atomkî piştrst kiriye.

Nêtanyahû Duşemiyê, 30ê Nîsanê jî wek şanoyeka din a propagandayî hejamreka wêne, CD û kaxez li hemberî dûrbînên têlêvîziyonê nîşan dan û îdia kir ku Îranê bernameya xwe ya nihênî ji bo çêkirina çeka atomiyê heye.

Nêtanyahû 6 salan beriya niha jî li NY bi nîşandana nigareyekê îdia kiribû ku Îranê li bereberê bidestxistina bombeya atomê ye.

Donald Trumpê serokomarê Amerîkayê roja 8ê Gulana 2018an bi dubarekirina tawanên bêbingeh li dijî Îranê, derketin waşîngtonê ji Lihevkirina Atomî  û vegeriyana boykotên navokî di heyama ji sê heta şeş mehên tê da ragihand.

Ev karê Trump tûşî bertek û şermezarkirina berfireh a navxweyî û navneteweyî bû.

Berdevkê Wezzareta karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Behramê Qasimî berbanga Îniyê derbarê îdiayên nû yên serokwezîrê Rêjîma Siyonîst li Civîna Civata Giştî ya NY, got: Ev şanoyeka dubare û berdewam ji aliyê rayedarên rêjîma xasib a Israîlê ye ku eger çi hêjayî hilêxistina wê tune, lê em wê derew dizanin.

Qasimî her wiha got: Piştî têkçûna hemî rêbaz û dek û dolabên siyonîdt û amerîkiyan ji bop xerakirina rûyê Îranê li civîna vê dawiyê ya Civata Giştî ya NY, ev çaverêtî hebû ku ku ewna berê xwe bidin sênaryoçêkirin û hilêxistina derewan li dijî bernameya bi aştî ya Îranê û ji bo vegerandina avrûya xw eya jidestçûyî dest bi hewildaneka kirêt bikin.

Başa dön tuşu