CîhanNûçe

Kesekî êrîşî şahiya sersalê kir û 12 kes kuştin

Kesekî li bajarê Campinasê yê Brezîliyayê êrîş bir ser şahiyeke sersalê ku hevsera wî ya berê û kurê wî jî lê bûn û 12 kes kuştin.

Hat ragihandin ku li bajarê Campinasê yê 100 kîlometreyî dûrî Sao Paoloyê ye, kesekî bi çeka xwe êrîş biriye ser malekê ku pîrozbahiya sersalê dikir û hevsera wî ya berê li gel kurê wî yê heşt salî jî lê bû û tê de tev li kur hevsera xwe 10 kes ji malbata hevsera xwe ya berê kuştine û 3 kesên din jî birîndar kirine û dûre xwe kuştiye.

Li gorî agahiyên polîsan dane, ihtimal heye, ew kesê ku êrîşî şahiya sersalê kiriye, hêrs bûbe ji ber hevsera wî dest jê berdaye. Hat zanîn ku yê êrîşkar piştî kuştina 10 kesan xwe kuştiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu