İslami Davet Kurdi Bange İslami

Mehmûd El-Zehar: Berxwedana filistîniyan hetanî kutahiya dagîrkeriya Îsrayîlê berdewamê

Endamê derecebilind ê tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Berxwedana filistîniyan hetanî kutahiya dagîrkeriya Îsrayîlê û azadiya seranserî axa Filistînê dê bê domandin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Mehmûd El-Zehar Endamê derecebilind ê tevgera berxwedana Îslamî ya Filistînê (HAMAS) got: Ometa îslamî ji berxwedana Filistînê ev hêviya heye ku xebata xwe hetanî azadkirina hemû axa Filistînê ji destê dagîrkerên Siyonîstî bidomîne.

Mehmûd El-Zehar bal kişande ser boykot û zext û zorên ser Xezeyê û hevrêbûna hindek ji welatên erebî tev siyasetên Îsrayîl û Amerîkayê dijî gelê Filistînê û got: “Eva ciyê mixabiniyê ye ku hinek ji serokên ereb bi şaşitî hizr dikin Donald Trump dikare hêza wan garantî bike“.

Wî got: “Bila welatên erebî yên derûdora Kendava Farsê bizanibin ku Xezeyê tu hewcetî bi wan û heyitiya wan tune û gelê Xezeyê naxwazin ku ewna seredava axa wan bikin“.

Mehmûd El-Zehar herwisa bal kişande ser rêketina aşitiyê di navbera Hemas û Fethê û got: “Ev rêketina nayê vê wateyê ku Hemas heta dest ji bostek ji axa Filistînê berdide yan çekên xwe datîne erdê“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version