ÎranNûçeRojhilatanavin

Mehmûd Elewî girtina çend endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li başûra rojavaya welêt xeber da

Wezîrê Îtelaata (Ewlehî û Îstixbarata) Îranê ji girtina çend endamên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li başûra rojavaya welêt xeber da.

Li gor rapora IRIB Newsê, Mehmûd Elewî wezîrê Îtelaata Îranê li gotinên xwe yên duşemê şev li Zencanê ragihand ku hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê grûpeke 4 kesî ji endamên grûpa terorîst a DAIŞ`ê girtin.

Hatiye ragihandin ku serokatiya vê grûpa terorîstî birayê kesekê bû ku endamê terorîstên DAIŞ`ê li Sûriyê bû û mudehek berî niha li nav axa Sûriyê hatibû kuştin.

Vê grûpê dil hebû ku bi xapandina xelkê, endamên terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Îranê zêdetir bikin û xirabkariyê li nav welêt çê bikin.

Wezîrê Îtelaata Îranê destnîşan kir ku hêzên ewlehiya welêt ev terorîstana nas kirin û ew hemû girtin û bi vê qirarê pîlanên wan terorîstan jî pûç bûn.

Seyîd Mehmûd Elewî  mudehekê berî niha jî ragihand ku ji 20 Adara sala 2017 hetanî 20 Adara 2018, 300 tîmên terorîstî ji aliyê hêzên ewlehiya Komara îslamî ya Îranê ve hatine nasandin û jinavbirin.

Başa dön tuşu