ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Memûriyeta Serkonsolê nû yê Îranê li Parêzgeha Silêmaniyê ya Iraqê dest pê bû

Serkonsolê nû yê Îranê li Parêzgeha Silêmaniyê ya Iraqê bi pûêşwaziya parêzgar û rayedarên din ên xwecihî yên vê navçeyê gihîşte cihê memûriyeta xwe.

Heval Ebubekir, parêzgarê Silêmaniyê di rêûrisma pêşwaziya ji Mêhdî Şûşterî, Serkonsolê nû yê Îranê li Parêzgeha Silêmaniyê ya Iraqê, tevî amajeya bi pêwendiyên kevin  ûdîrokî navbera Îranê û Herêma Kurditsanê, li ser berfirehkirina pêwendiyên dualî pêgirî kir û hêvîdarî kir ku ev pêwendî xurtir bibin.

Serkonsolê nû yê Îranê li Parêzgeha Silêmaniyê ya Iraqê jî tevî amajeya bi hatina v dawiyê ya parêzgarê Silêmaniyê bo parêzgeha Kurdistanê ya Îranê got: Hewilanên rayedarên Komara Îslamî ya Îranê xurtkirina pêwendiyên dualî di hemî warên siyasî, abûrî û çandî ye.

Parêzgeha Silêmaniyê li bakurê rojhilata Iraqê ye û navenda wê bajarê Silêmaniyê ye.

Başa dön tuşu