NûçeRojhilatanavin

Karesat di bûyera trafîkê de; 73 kuştî

Di bûyereke trafîkê de li welatê Afxanistanê 73 kesan canê xwe ji dest da.

Îro yekşemî 8ê Gulanê di bûyereke trafîkê de 2 otobusên tijî rêwiyan û tankerekê petrolê li parêzgeha Xeznêy a Afxanistanê bi hev ketin û di encamê de 73 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Afxanistanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand, ji ber bi hev ketina 2 otobusên rêwiyan û tankerekê petrolê li parêzgeha Xeznêy li rojavayê Afxanistnaê, 73 kesan jiyana xwe ji dest dan û 50 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Wezareta Tendirustiya Afxanistanê herwiha da xuyakirin, ku beşek zêde ji kesên kuştî û birîndar gelek bi dijwarî şewitîne û sedema mirina wê hejmara zêde ya welatiyên, şewat bûye.

Li gor wî berpirsê Hikûmeta Afxanistanê di nav her du otobusan de 125 rêwî hebûne û sedema çêbûna wê bûyera trafîkê jî guhnedan bi rênimayî û yasayên trafîkê ji aliyê ajovanan ve bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu