NûçeRojhilatanavinSûriye

Hikûmeta Sûriyê bo Tirkiyê: Derhal hêzên xwe vekişînin

Ajansa fermî ya nûçeyan a Sûriyê SANAyê ragihand ku hikûmeta Sûriyê bang li hêzên artêşa Tirkiyê yên ku li Idlibê dest bi operasyonê kirine kir ku derhal ji herêmê vekişin.

SANAyê bi zarê rayedarekî Wezareta Derve ya Sûriyê da xuyakirin, rêveberiya Şamê operasyona duyemîn a Tirkiyê ser erda xwe, bi tundî şermezar kir.

Rayedarê Sûriyeyî herwiha li ser şandina hêza leşkerî bo Idlibê got, “Ev êrîşeke li dijî yekîtiya axa Sûriyê û serweriya wê ye û binpêkirina rêzikên hiqûqa navnetewî ye.

Rayedarê Sûriyê bal kişand ser ku ti pêwendiya operasyona Idlibê ya Tirkiyê bi hevdîtinên Astanayê ku Idlib wekî hêremeke aram ya bêşer hatibû ragihandin ve nîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu