ÎranNûçeRojhilatanavin

Merasima bîranîna salvegera têkçûna êrişa Emerîrkayê ya çola Tebesa Îranê

Merasima bîranîna salvegera têkçûna êrişa Emerîrkayê ya li çola Tebesê li rojhilatê Îranê hat li dar xistin.

Îro sêşem, 25 Nîsana 2017an  salvegera têkçûna êrişa eskeî ya Emerîkayê ser Îranê li çola Tebesê li rojhilata  Îranê ye. Li gorî rapora IRIB Newsê,, Hucetulîslam seyd Îbrahîm Muhaciryan Muqedem, pêşnimêjê Tebesê roja sêşemê li vê mersimê got: Li Tebesê divê entîkexaneya ibretê were avakirin da ku amûrên ku ji emerîkiyan  mane li vê entîkexaneyê bên xweyîkirin.

Seyd Mehdî Telayî Muqedem, qaymeqamê Tebesê jî li vê mersimê got: Tebes ji hêla  cih û şûna  xwe ya stratejîk xwediyê bûyerên curbicur bûye.

Dewleta Amerîkayê pîlan û komployên curbicur bikaranîn da ku Komara Îslamî ya Îranê ji nav bibe, lê ji bo rizgarkirina sîxurên xwe ku dema dagîrbûna hêlîna Sîxurî ya Amerîkayê li Tehranê (4 mijdara 1979) de hatibûn girtin, êrişî Îranê kir.

Êrişa leşkerî ser Tebesê tevî bernameyên hûr û kûr û meşqên curbicur li cih û makanên wekî çola Tebesê ji ber rabûna tûfan û bagera xîzan bê encam bû û çen balefir û helîkopterên amerîkiyan jî li colên derdora Tebesê ketin erdê û di nav êgir de şewitîn û çend leşkerên amerîkî hatin kuştin û yên din jî bi riswatî û serşûriyê ji Îranê revîn.

Biryar hatibû dayîn ku leşkerên amerîkî li Tebesê dakevin û bi helîkopteran ber bi Tehranê herin û mirovên ku bi navê dîplomat li balyuzxana Amerîkayê li dij nizama nû ya Komara Îslamî ya Îranê mijûlî sîxuriuyê bûn û hatibûn girtin rizgar bikin.

Bager û tûfana xîzê ku bû sedema şikesta amerîkiyan, bi dezgehên pêşketî û modern ên amerîkiyan nehatibû pêşbînîkirin, loma eva bû sedema hêrîmayîna rayedarên amerîkî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu