Merasima oxirkirin û birêxistina meytên şehîdên agirtemir ên îranî despê bû
Merasima oxirkirin û birêxistina meytên 16 şehîdên agirtemirandinê yên avahiya Plaskoya Tehranê vê sibehê bi beşdariya girseyî û geş a çîn û qatên curbicur ên xelkê û rayedarên welêt li nimêjgeha Îmam Xumeynî (Re) ya Tehranê despê bû.
Xelkê qedirnas yê Tehranê bi hilanîna plakard û wêneyên şehîdên agirtemir bi awayekî girseyî beşdariya merasima oxirkirin û birêxistina meytên 16 şehîdên agirtemirandinê yên avahiya Plaskoyê li nimêjgeha Îmam Xumeynî (Re) kirin û bi sloganên xwe li ser berdewamiya riya van şehîdên hêja pêgîrî kirin. Piştî nimêja ser meytên van şehîdan, wê meytên wan ên paqij ji bo sipartina axê biben Behiştê Zehraya Tehranê.
Avahiya ticarî ya Plaskoyê li navenda Tehranê saet 8 sibeya roja pêncşemê 19 Çileya 2017 agir pêket û piştî sê saetan bitûm hilweşiya; li vê bûyerê de 16 personelên egîd ên agirtemirandinê û 4 kes ji welatiyên îranî li bin awar û kawiliyan jiyana xwe ji dest dan. (BANGÊ ÎSLÂMİ)