CîhanEfrîqaNûçeRojhilatanavin

Merasima oxirkirina 6 şehîdên xwenîşandana piştgirên şêx Zekzakî

Merasima oxirkirina 6 şehîdên êrişa polîsê Nîciryayê ser alîgîrên şêx Îbrahîm Zekzakî rêberê bereya îslamî duh çarşemê li Ebûcayê paytexta vî welatî birêve çû.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tesnîmê, Rê û resma oxirkirina 6 şehîdên êrişa eskerên Nîciriyê ser alîgîrên Şêx Îbrahîm Zekzakî rêberê bereya islamî duh çarşemê li Ebûca paytexta vî welatî birêve çû û xelkê pişkdarê vê merasimê daxwaza azadiya Şêx Zekzakî kirin.

Di encama êrişa polîsê Nîceryayê ser piştgirên şêx Zekzakî de li Ebûcayê herî kêm şeş kes şehîd û gelek jî birîndar bûn.

Ppiştgirên şêx Zekzakî rêberê Tevgera Îslamî ya Nîceryayê li Ebûcayê xwenîşandaneke aram li darxistin, lê belê polîs êrişî ser wan kir û şeş kes ji wan şehîd kirin û gelek kesên din jî birîndar.

Artêşa Nîceryayê di sala 2015 êrişî ser civîna piştgirên şêx Zezakî li bajarê Zaryayê kirin ku di encamê de nêzîkî 1000 kes ku kurê şêx Zekzakî bi xwe jî di nav de bû şehîd kirin.

Şêx Zekzakî niha di zîndana dewleta Nîceryayê de ye û di encama şikencên zav de silametiya xwe ji dest daye. Hin çavkaniyên agahdar dibêjin ku çavê çepê yê şêx Zekzakî ronahiya xwe ji dest daye û ronahiya çavê wê yê rastî jî bi tenê sedî 45 e.

Başa dön tuşu