CîhanNûçeRojhilatanavin

Li kampên Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê pêvajoya sivîlbûnê dest pê dike

Li Filipînan piştî referanduma ku di mehên kanûna paşîn û sibatê hatin kirin li Mîndanaoyê Herêma Xweser a Bangsamoroyê (BARMM) hat avakirin û piştî vê yekê li kampên Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (ERÎM) pêvajoya çekdanîn û sivîlbûnê dest pê kir.

Heyeta Sepanê ya Hikûmeta Filîpînan ji bo destpêkirina amadehiyên pêvajoya normalîzebûnê ya ku parçeyeke Peymana Berfireh a Li Ser Bangsamoroyê (CAB) ye li herêma xweser 6 kampên cuda yên ERÎMê ziyaret kirin.

Heyeta sepanê der barê sivîlbûn, çekdanîn û pêvajoya aştiyê da agahî dan endamên ERÎMê yên li kampên navborî û temînat da endamên rêxistinê ku dê pêvajoya normalîzebûnê bi berfirehî bidome.

Di ziyareteke kampan da Seroka Heyeta Sepanê Glorîa Humamîl-Mercado gote nûnerên ERÎMê ku “Em ê der barê pêvajoyê da bi we ra axaftinên berfireh û mizakereyan bikin. Bi vê yekê hikûmet dê bikaribe daxwazên we pêk bîne. Plana normalîzebûnê dê ji derva neyê wê ji nav we bê.”

CABa ku di navbera ERÎM û hikûmeta Filîpînan da di sala 2014an da hat îmzekirin dê wekî pêvajoya siyasî û pêvajoya normalîzebûnê ji du şaxan dewam bike.

Di pêvajoya siyasî da piştî ku hikûmeta berwext hat avakirin dê avakirina Destûra Bingehîn a Bangsamoroyê bê pêkanîn.

Di pêvajoya normalîzebûnê da jî dê plana çekberdana şervanên ERÎMê û herêmên kampên rêxistinê bikin qadên îskanê bê pêkanîn.

Di çarçoveya pêvajoya aştiyê ya li Bangsamoroyê dawî meha borî di navbera hikûmeta Filipînan û ERÎMê da peymana “Plana Derbasbûnê ya ji bo Hikûmeta Berwext a Bangsamoroyê tê Pêşniyazkirin” hatibû îmzekirin.

– Hikûmeta berwext a Bangsamoroyê dê 3 sal herêmê bi rê va bibe

Serokwezîrê Herêma Xweser a Bangsamorouê Hecî Murad Îbrahîm di 26ê sibatê bi awayekî fiîlî birêvebiriyê ji waliyê herêmê dewr sitandibû.

Biryar hatibû dayîn ku Îbrahîmê ku Serokdewletê Filipînan Rodrîgo Roa Duterte ji bo Otorîteya Berwext a Bangsamoroyê (BTA) tayîn kiribû heta 2022yan herêmê bi rê va bibe. 80 endamên hikûmeta berwext hene û ji vana 41 ji Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê 39 endam jî ji hikûmeta navendî pêk tên.

Başa dön tuşu