ÎranNûçeRojhilatanavin

Merasima tazîdariya şeva Aşûrayê li cem Rêberê cîhana Îslamî

Merasima tazîdariya şeva Aşûraya Huseynî û şeva şîndariya Alê Ellah, bi beşdariya hezaran kes ji evîndar û dildayiyên Eba-Ebdullah El-Huseyn (S) li huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) û li cem rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê Hz. ayetullah Xamineyê bi rê ve çû.

Li vê merasima menewî hucetul-îslam Alî `Emirkirin û vexwendina bo karên qenc û dûrxistina ji karên kirêt û gunehan` ferîzaya herî bedew û rind û ferîzeya herî însanî ya Xwedê teala da zanîn û bal kişand ser bandora xisarbar û bi zirar û ziyan a sûç û gunehan li civatê û pêwîstiya girtina pêşiya berbelavbûna sûç û gunehan û asayîbûna wan di nav civatê de û got: Li rewayetan de ferîzeyên din li hemberî ferîzeya `Emirkirin û vexwendina bo karên qenc û dûrxistina ji karên kirêt û gunehan` wekî çilkek (dilopek) li hemberî behrê hatiye zanîn.Çûnku cihanîna rast û dirust a vê ferîzeyê, civakê ji ketina nav fesadî û tarîtiyê rizgar dike û eva dibe sedema zêdebûna nemet û bereketên Xwedê teala.

Merasima tazîdariya heyamên şehîdbûna Îmam Huseyn (S) û 72 heval û hogirên emekdar ên wî hezretî û ehlê beyta paqij a wî hezretî  ji şeva heftê Muheremê heya 12 Muherema 1439 KH yanî ji 27 Îlonê heya 2 Cotmeha 2017 ji bo şeş şevan li huseyniyeya Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê bi rê ve diçe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu