ÎranNûçeRojhilatanavin

Merasima xatirxwestina ji meytê ayetulah Haşimî-refsencanî bi pişkdarîya serokomarê Îranê

Merasima xatirxwestina ji meytê ayetulah Haşimî-refsencanî, serokê rehmetî yê civata kişfkirina berjewendîyên nizama Îranê bi amadebûna serokomar, berpirsên curbicur ên îdarî û serbazî yên welêt û çîn û qatên curbicur ên gelê Îranê li hisêynîya Cemaran a Têhranê destpê bû.

Hesen Rûhanî serokê Komara Islamî ya Îranê vê sibê li merasima xatirxwestina ji meytê ayetulah Haşimî-refsencanî li husêynîya Cemaranê, tevî sersaxîdayîna bo malbata wî û rêberê giranqedir ê inqilaba isalmîya Îranê, rêz li ayetulah Haşimî-refsencanî girt.

Ev merasima niha bi pişkdarîya berpirsên curbicur ên îdarî û serbazî yên welêt û çîn û qatên curbicur ên gelê Îranê li hisêynîya Cemaran a Têhranê birêve diçe.

Di vî halî da Mihemedcewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bi rêya Tiwîterê, serokomarê berê yê Îranê yek ji istûnên inqilabê wesif kir û pêkutî kir: “Inqilabê istûneke qahîm“, “gel, qaremanekî sozdar“ û “cehanê dengekî maqûl“ ji dest da, îşalah di ramîyê da rehet be.

Ayetulah Ekber Haşimî-refsencanî serokê civata kifşkirina berjewendîyên nizama Îranê şeva buhurî ji ber rawestana dil li nexweşxana Şoheda ya Têhranê emrê Xwedê kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu