IraqNûçeRojhilatanavin

Merciyek Iraqê daxwaza seferberiyê dijî hêzên Amerîkayê dike

Merciyê Iraqê daxwaza ragehandina seferberiyê li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê dike.

Li gor nivîsekî ku ji aliyê ofîsa Îmam El Xalisî ku yek ji merciyên Iraqê ye, daxwaz dike roja înê ya pêş me reaksiyon û bertekên mezin li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê bê nîşandan.

Di heman nivîsê de tê gotin, ofîsa Îmam Xalisî daxwaz dike hemwelatî roja Înê dest ji kar berdin û berê xwe bidin mizgevt û huseyniyan û wê proseyê jî wek seferberiyê li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê pênase dike.

Merciyê şîeyên Iraqê daxwaz kiriye seferberî bi dirûşmên ‘’Nexêr Nexêr bo Amerîka…Nexêr Nexêr bo xwe radestkirin…Belê Belê bo Îslam’’ ve birêve biçin.

Başa dön tuşu