Merziye Haşimî yê îşev digêje Têhranê
Pêşkêşkara pilebilind, nûçegîhan û Fîlmsaza bernamên dakyomantarî ya kanala PressTV`yê, ku heftiya buhurî piştî 11 rojan desteserkirina ji aliyê polîsê Emerîkayê ve, hat azadkirin, îşev çarşemî 30`yê Çillê yê bigihêje Îranê.
Merziye Haşimî, bi firîna balefira Loft Hanzayê ku dê siet 21 an li balefirgeha navneteweyî ya ya Îmam Xumêynî(RE) rûnê erdê, dighêje Têhranê.
Haşimî 23 Dêymeha buhurî li halekê ku mîna caran, piştî midehekê dixwest seredana malbata xwe û birayê xwe yê nesax bike, li balefirgeha Sênt Lowîsê hat girtin û hat guhestin bo Waşengton DC`yê.
Ew heya dema azadiyê, sê caran li ber dadwerê dadgehekê li vî bajarî hazir bû û her wek ku ji destpêkê jî bêyî her cure tawanekê hatibû girtinê, bi hikmê dadgeha sisyan û bêyî tu tawanekê azad bû.