Meş û rêpîvana gelê Îrana Îslamî jibo piştgiriya ji şêx Îsa Qasim

Gelê seranserê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê bi lidarxistian berfireh li şeqamên bajarên curbicure Îranê, piştgiriya xwe ji şêx Îsa Qasim, alimê pilebilind ê Behreynê ragihandin.
Rejîma Alê Xelîfe, yekşemiya buhurî,ji şêx Îsa Qasim re salek hewsaeskerî birî û ferman da ku mal û ilkên wî zevt bikin ku bû sedema nerazîbûnên gelanî li Behreynê. Hêzên ewlehî û polîsê Behreynê jî dest bi serkutkirina neraziyan kirin û çend behreynî kuştin û bi sedan kes jî birîndar kirin an girtin.
Li gorî rapora IRIB newsê, gelê seranserê Îrana Îslamî li meş û rêpîvana roja îniyê bi rakirina wêneyên şêx Îsa Qasim daxawza azadkirina vî alimê bi nav û deng û çalakên din ên siyasî yên Behreynê kirin.
Gelê Îranê, êrişa Rejîam Alê Xelîfe li dijî gelê Behreynê nîşana fermana Emerîkayê bo paşayê Behreynê dan aznîn û ew şermezar kirin.
Behreyn ji sala 2011`ê va rastî qeyrana nerazîtiyên giştî ji siyasetên serkutkirane yên Rejîma Alê Xelîfe hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)