ÎranNûçeRojhilatanavin

Meş û rîpîvana gelê Îranê jibo şermezarkirina biryara Trump ser Qudsê

Gelê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê bi lidarxistina meşa berfireh li kolan û çarsiyên bajarên curbicure Îranê, birayra Donald Trump serokkomarê Emerîkayê derheq nasandina Qudsê weke paytexta Rejîma Siyonîstî bi tundî şermezar kirin.

Xelkê seranserê Îrana Îslamî li halekê ku hin plakard û hin perçe jibo piştgiriya ji Filistînê û teqezkirina ser riya berxwedana li hember rejîma dagirkirê Qudsê bilind kiribûn, slogana “ mirin jibo Emerîkayê “ û “ mirin jibo Îsraîlê“ avêtin û agir berdan alaya vê rejîmê.

Serokkomarê Emerîkayê, roja çarşemiyê tevî dijberiyên berfireh ên navçeyî û cîhanî raghandin: Emerîka Qudsê weke paytexta Îsraîlê bi fermî nas dike.

Trump ji wezareta karên derve ya Emerîkayê jî xwest ku bila li karê guhestina balyozxana Emerîkayê ji Telavîvê bo Beytulmuqedesê bike.

Komara Îslamî ya Îranê ji van ewlatên yekim bû ku ev kiryara Trump şçermezar kir. Wezareta Karên Derve ya Îranê çarşemiyê şevê li daxûyaniyekê teqez kir ku kiryara serokkomarê Emerîkayê derheq bifermînaskirina Qudsê wek paytexta Rejîma Siyonîstî hema mîna binpêkirina eşkere ya biryarnameyên navneteweyî ye.

Piraniya welatan û rêxistinên navneteweyî jî ev kiryara Trump şermezar kirin.

Başa dön tuşu