FilistînNûçeRojhilatanavin

Meşa bicoş a jinên filistînî li Zîvala Xezeyê

Bi hezaran ke sji jinên rûniştiyên Zîvala Xezeyê roja Sêşemiyê bi lidarxistina meşeka bicoş li ser mafê vegeriyana awareyên filsitînî bo welatê xwe û rakirina dorpêça Zîvala Xezeyê pêgirî kirin.

Li gorî rapora Fars Newsê, Jinên beşdar li vê meşê bi gotina vê yekê ku dê nema dest ji mafê xwe yê vegeriyana bo welatê xwe bikişînin, ji rêxistinnê çalak li warê mafên mirovan xwestin ku ji bo rawestandina cinayetên Rêjîma Siyonîst û rakirina dorpêça çendsalî ya Zîvala Xezeyê tevbigerin.

Van jinan bi lidarxistina kombûna “Jinên filsitînî ber bi vegeriyanê û rakirina dorpêçê” û beşdariya li meşa mafê vegeriyanê li dijî kiryarên hovane yên Rêjîma Siyonîst derketin nav kolanan.

Wezareta Tendurustiyê ya Filsitînê Şemiyê bi şev ragihand: Ji destpêka meşa mezin a Mafê Vegeriyanê di roja 30ê Adara 2018an da heta niha, 134 filsitînî ji wan 16 zarok ji aaliyê çekdarên Rêjîma Siyonîst va şehîd bûne û 15 hezar û 200 filsitînî jî birîndar.

Meşa aram a Mafê Vegeriyanê ji roja 30 Adara bihurî va bi bobneya “Roja Zemîn” li zîvala Xezeyê dest pê bûye û hema wisa didome.

Başa dön tuşu