Meşa gelê Îranê ji bo şermezarkirina dewama dijminatî û bêsoziyên Emerîkayê li rêketinnama navokî, roja îniyê li seranserê Îrana Îslamî hat lidarxistin.
Li gorî rapora IRIB Newsê, bi hezaran nimêjkir li seranserê Îrana Îslamî piştî nimêja îniyê bi qêrîna “ mirin bo Emerîkayê“ , bêsoziya Emerîkayê li rêketinnama navokî şermezar kirin.
Meşa li dijî emerîkî ya gelê Îranê li zêde ji 950 bajêran hat lidarxistin.Li Têhranê jî bi sedan nimêjkir qêrîna “mirin ji bo Emerîkayê“ avêtin.
Li du rojên buhurî jî xwendekar, mamoste û telebeyên hewzeyên ilmiye bi lidarxistina hin kombûnan li dijî bêsoziyên Emerîkayê, daxawaz berteka cidî ya berpirsan li hember şerûtiyên Emerîkayê ya binpêkirina rêketinnama navokî û berçavgirtina tivdîrên pêdivî ji bo dabînkirina berjewendiyên neteweyî yên Îrana Îslamî kirin.
Trump serokkomarê Amerîka bi îdiaya vê yekê ku rêketina navokî bê encam e, fermana derketina vî welatî ji nav rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 da ku Rêxistina Netewên Yekgirtî ev rêketina îmza kiriye
Kiryara yekalî ya Emerîkayê di rerwşekê de ye ku pênc welatên din ên wajokirê rêketinnama navokî û piraniya welatên cîhanê piştgirî dane vê hevhatiana navneteweyî.