IraqNûçeRojhilatanavin

Hedîseya Iraqê ji destê DAIŞ`ê hat rizgarkirin

Çavkaniyên leşkerî yên Iraqê ragihandin ku navçeya Hedîseyê ji bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Sûmiriyê ya Iraqê (Alsumaria News), artêş û hêzên gelanî yên Iraqê roja çarşemiyê karîn ku Girava Hedîseyê li parêzgeha Enbarê li rojavaya Iraqê bi tamî ji bin kontrola koma têrorîst a DAIŞ`ê derxinin.

Li ser esasa vê raporê, hêzên iraqî sê gund jî li nêzikî navçeya Bexdadiyê li parêzgeha Enbarê ji destê DAIŞ`ê rizgar kirin.

El-Bexdadî li 90 kîlomitriya Remadiya navenda parêzgeha Enbarê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu