EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Hevdîtina serokê Banka Navendî ya Îranê ligel wezîrê karên derve yê Ingilîsê

Fîlîp Hamond wezîrê karên derve yê Ingilîsê bi weliyulah Seyf serokê Banka Navendî ya Îranê li bajarê Londonê hevdîtin pêk anî û got ku Ingilîs ser sozên xwe yên têkildarî rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê ye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Ingilîsê di vê hevdîtinê da tevî pêkutiya li ser sozên welatê xwe li warê cihanîna rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê, ragihand ku dewleta vî welatî heta niha pêngavên curbicur ji bo lezandina destpêkirina hevkariyên bankî rakirine.

Fîlîp Hamondi her wiha got: Dewleta Ingilîsê hewl dide bi hevkariya welatên din ên ewropî rêbazên guncav ji bo hêsankirina danûstandinên bankî di navbera Îranê û welatên din ên ewropî da pêk bîne.

Li gorî vê raporê, Weliyulah Sêyf serokê Banka Navendî ya Îranê ku jibo pişkdariya li konfiransa Euromaniyê serdana Ingilîsê kiriye, li hevdîtina tev Hamondi li bara hevkariyên bankî û ticarî û rakirina berbendên ser riya danûstandinên bankî yên her du welatan gotûbêj pêk anî.

Sêyf li vê hevdîtinê bal kişande ser cihanîna rêkeitnama navokî û çaverêtiya Îranê di warê cihanîna sozên welatên rojavayî û xwest ku danûstandinên bankî yên her du welatan bên destpêkirin.

Konfiransa yekrojî ya “ Girêdana dubare ya Îranê bi civaka daraiyê ya cîhanî va“ bi hevkariya Navenda Euromaniyê û Banka Navendî ya Îranê bi merema hilkolandina pêngavên pêwîst jibo vegerandin û girêdana bankên îranî bi civaka aboriya navnetewî va roja pêncşemê hat lidarxistin.  (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu