ÎranNûçeRojhilatanavin

Meşa Girseyî ya gelê Îranê ji bo şermezarkirina aloziyên vê dawiyê

Gelê Îrana Îslamî bi nîşana şermezarkirina kiryarên vê dawiyê yên alozîçêkeran, îro anku Çarşemiyê dê li bajarên cûrbicûr derkevin kolanan.

Ji pêncşemiya heftiya bihurî va hejmareka xelkê li çend bajarên Îranê bi lidarxistina kombûn û bilindkirina hin dirûşmeyan, nerazîtiya xwe li hemberî diyarnekirina teklîfa enstîtûyên malî û girnbûna bihayê hin kelûpelan û lawaziya çavdêriya dewletê nîşan dan ku li hinek ji van kombûnan bi desthebûna kesên derfetxwaz alozî û tevlihevî derket.

Rayedarên amerîkî, Rêjîma Siyonîst, Brîtanya, Rêjîma Siûdî û mêdyayên biyanî bi neçêbikaranîna van kombûnên gelanî hewilê dan ku van kombûnan di riya pêkanîna alozî û tevliheviyê bi rê ve bibin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, gelê serhildêr ê Îranê li parêzgehên Elborz, Xozistan, Kirmaşan, Îsfehan, Hormozgan, Hemedan, Erak, Loristan, Xorasana Bakur û Gulistanê îro abnku Çarşemiyê dê meşa girseyî li dar bixin.

Gelê Têhranê û şaristanên vê parêzgehê jî piştî xwendina nimêja Îniyê dê bi nîşana şermezarkirina aloziyan meşa girseyî li dar xînin.

Başa dön tuşu