NûçeRojhilatanavinSûriye

Artêşa Sûriyê li Dêrazorê dest danî ser parek pir ji çek û sîlahên amerîkî

Artêşa Sûriyê duh Îniyê li parêzgeha Dêrazorê li rojhilata vî welatî dest bi ser parek pir ji çek û sîlah û madên teqandinî yên amerîkî da girt.

Li gor rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Artêşa Sûriyê duh îniyê li operasiyona paqijkirina  parêzgeha Dêrazorê li rojhilata vî welatî ji destê terorîstên DAIŞ`ê dest bi ser parek pir ji çek û sîlah û madên teqandinî yên terorîstan da girt ku hemû ev çek û sîhahên hanê yên amerîkî bûn.

Artêşa Sûriyê 2 Mijdarê operasiyona azadkirina Dêrazorê ji destê terorîstên DAIŞ`ê destpê kir.

Pêştir jî artêşa Sûriyê dest bi ser embarên zav ên çek û sîlahan girtibûn ku ev çek û sîlahên hanê yê welatên rojavayî ji wan Amerîkayê bûn.

Ji sala 2011an ku kirîza Sûriyê destpê bûye heta niha 6 sal derbas dibin û ew kirîza ji wê çaxê destpê bû ku Erebistan, Amerîka û hevpeymanên vî welatî piştevaniya terorîstan kirin ta ku dewleta qanûnî ya Bişar Esed sernixûn bikin lê vê siyaseta van welatan serê xwe negirt û niha ew pirs heye ku gelo xebatên navnetewî dikare bibe sebeba kutahîdana bi kirîza nav Sûriyê.

Başa dön tuşu