FilistînNûçeRojhilatanavin

Meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê didome, 5 kes şehîd û 170 kes jî hatin birîndarkirinê

Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Sîyonîst ser pişkdarên meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de, 5 filistînî şehîd û 170 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristîyê ya Fiilstînê ragihand ku di nav birîndaran de gellek jin û zarok hene.

Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adarê ve bi boneya Roja Erdê li Zîvala Gezzê destpê bûye û didome.

Ji 30`yê Adarê ve heta niha, zêde ji 200 filistînî di encama êrişên leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên meşa Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de şehîd û nêzî 22 hezar kes jî birîndar bûne.

Başa dön tuşu