CîhanErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Abdulmelik El Husi: Erebistan û hevgirtiyên wê pêşiya aştiya li Yemenê digirin

Abdulmelik El Husi, serokê Konseya Hizbullaha Yemenê, roja duşemiyê li gotûbêja bi AL ALAM`ê, got: Hêzên siyasî yên li Senayê (paytexta Yemenê) pêşwaziya her cure planek li ser rêya çarseriya siyasî ya qeyranê dikin.

Husî li bara pêşniyarên vê dawiyê yên Rêxistina neteweyên yekgirtî (NY), li ser pêkanîna Komîteya Navneteweyî ya Lêkolînê ya li ser cinayet û binpêkirina mafên mirovan a li Yemenê got: Tevgera Ensarulahê, yarê pêkhatina komîteya Serbixwe û bêalî ye û hevgirtiyên wê jiber asta jorîn a cinayetên ku cih anîne, pêşiya pêkanîna vê komîteyê digirin.

Berî niha, wezareta mafên mirovan a Yemenê, ji nûnerên Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY), komîsaryaya bilind a mafên mirovan, saziyên çalak ên navneteweyî li karûbarên Yemenê û endamên Konseya Mafên Mirovan xwestibû ku seredana cihên ku Rejîma Erebistanê di wan de cinayet û sûc cih anîne bikin û van hilkolînin û ji nêz ve rastiyên li ser binpêkirina aşkera ya qanûnên navmneteweyî û mafên mirovan li Yemenê agehdar bibin.

Husî herwiha got: Erebistana Siûdî qet wê negihîje armancên xwe yên li yemenê jiber ku gelê Yemenê, tu caran karûbarên xwe nade destê biyaniyan û kesên ku dil hene ji derve ve jibo vî welatî siyasetan darijin û li ser vî welatî serdest bibin.

Serokê Konseya Bilind a Siyasî ya Yemenê, destnîşan kir: Tevgera Ensarulah û Partya Kongireya Gel a Yemenê ya bi serokatiya Elî Ebdulah Salih, bi başî girîngiya yekbûna li hember dijminê destdirêjker zanîne û helwêstên xwe yên hevpar jî diparêzin.

Başa dön tuşu