Nimêjkarên beşdar li Rêûrisma Nimêja Îniyê ya Têhranê tevî lidarxistina meşeke itirazî cinayetên vê dawiyê yên li dijî misilmanan li Filistîna dagirbûyî û Miyanmarê şermezar kirin.
Li gorî rapora IRNAyê, xwenîşanderan piştî xwendina nimêja Îniyê, bi bilindkirina hin dirûşmeyan û şermezarkirna cinayetan li dijî misilmanan li Filsitîn û Miyanmarê, xwestin ku misilman li hemberî Istikbara Cîhanî bi serkirdayetiya Amerîkayê bibin yek.
Di dawiya vê xwenîşandanê da, daxûyaniyek ji bo şermezarkirina cinayetên vê dawiyê yên siyonîstan li dijî gelê bindest ê Filsitînê û kuştina bêrehmane ya nimêjkaran li Mizgefta Eqsayê her wiha kuştina misilmanên bêguneh û bêberevan ên Miyanmarê ji aliyê tundrêyên nijadperest hat xwendin.
Li vê daxûyaniyê hatiye: “Rêjîma Siyonîst ji serhildana Filsitînê û berxwedan gel ditirse û Israîl hewil dide Mizgefta Eqsayê û piştra seranserî Filsitînê bêxe bin desthilata xwe û di vê rêkê da her cûre cinayetek pêk aniye; Lê bila rayedarên Israîlê û Istikbara Cîhanî buizane ku serhildana gelê Filistînê wê heta serketina dawiyê û jinavçûna Israîlê were domandin”. (BANGÊ ÎSLÂMİ)