FilistînNûçeRojhilatanavin

Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê li Komara Islamî ya Îranê destpê bû

Partî, sazî, dezgeh û komên sîyasî yên Komara Islamî ya Îranê li daxûyanîyên cida çîn û qatên gelê Îranê vexwendin ku wek salên buhurî bi awayekî pirrcoş û berfire li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê pişkdar bibin.

Îniya herî dawiyê ya meha pîroz a Remezanê li ser fermana Îmam Xumeynî (re), damezînerê Komara Îslamî ya Îranê, Roja Cîhanî ya Qudsê hatiye binavkirin. Meşa Roja Cîhanî ya Qudsê jî dê îro 8`ê Hezîranê hevgavê Îranê li welatên din ên cîhanê were lidarxistin.

Desteya wezîran a Komara Islamî ya Îranê jî duh li daxûyanîyekê ji gelê Îranê, etnîk, kesayetî û komên curbicur ên sîyasî û civakî xwest ku bi pişkdarîya berfire li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê rûpeleke din a zêrîn li dîroka tijî şanazî ya dijberîya li hemberî zorbêjîyê, piştgirîya ji mezlûman û yekitîya netewî nîşanî cîhanê bidin.

Merceên teqlîdê jî bi daxûyanîyên cida gelê Îranê ji bo pişkdarîya berfire li meşa Roja Cîhanî ya Qudsê vexwendin.

Başa dön tuşu