BehreynNûçeRojhilatanavin

Meşa xelkê Behrêynê dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe

Xelê Behrêynê carek din dijî siyasetên serkutker yên Rejîmna Alê Xelîfe ku eva mudeheke nahêle nimêja îniyê li vî welatî birê keve meş û xwenîşandaneke berfireh birê xistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Xelkê Behrêynê li navça El-Durazê li rojavaya Menamê xwenîşandaneke berfireh birê xistin û siyasetên Rejîma Alê Xelîfe ku zêde ji 5 meh in nahêle nimêja îniyê li Behrêynê birê keve, bi tundî şermezar kirin.

Hêzên ewlehiya Behrêynê navça El-Durazê dorpêç kirin û nehiştrin ku pêşnimêjê nimêja îniyê û xelkê nimêjker bona cihanîna nimêja îniyê bikevine nav vê navçê.

Xelkê nerazî herwisa li ber mala Şêx Neîm Qasim ruhaniyê derecebilind ê Behrêynê ku ji 20`ê Hezîranê va welatîbûna wî ji aliyê karbidestên Alê Xelîfe li Behrêynê jê hatiye istandin, kom bûn û ji Rejîma Alê Xelîfe xwestin ku dest ji van cure siyasetan berde.

Xelkê Behrêynê ji sala 2011`an va dijî siyasetên Rejîma Alê Xelîfe rabûn û pê meşên xwe yên aram û aşitîxwazane daxwaza reformên siyasî, azadiya axivtinê, birêxistina îdaletê û jinavbirina ferqûcudatiyan li vî welatî dikin, ku kirêgirtiyên Alê Xelîfe li hemberî xelkê sekinîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu