Meşal: Îsraîl dê berdêlê bide
Şefê Şaxa Siyasî yê Hamasê Xalid Meşal derbarê girtiyên filistînî ku greva birçîbûnê li girtîgehên Îsraîlê de dan destpêkirin de axivî. Di axaftina ku El Quds TVyê de hat weşandin de, Meşal eşkere kir ku dê zorê li Îsraîlê bikin ku bedelê bide daku girtiyên filistînî berde.
Meşal got: “Hamas, dê zorê li Îsraîlê bikin ku bedelê bide daku girtiyên filistînî berde. Dê dem bo vegara kesên girtî ji malbatên xwe re nestîne. Hamas beriya niha bandorê jî bo serbest berdana girtiyên filistînî kiribû û dîsa jî ji bo berdana wan dê zorê li Îsraîlê bike.”
Meşal, di 15ê Nîsanê de eşkere kiribû ku hin alî pêşniyara navbeykariya bo peymana teqesê êsîran di navbera Îsraîlê û Hamasê de bê kirin, kirine. Baskê leşkerî ya Hamasê Tuxaya Qassam a Îzzettîn sala borî diyar kiribû ku 4 leşkerên Îsraîlê dîl girtine, lê derbarê leşkeran de agahî nedabûn.
Bi peymana teqesa êsîran di sala 2011an de, di navbera Îsraîl û Hamasê de, Îsraîl bi berdêla leşkerekî xwe 24 hezar girtiyên filistînî serbest berda bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)