NûçeIraqRojhilatanavin

Meş’an Cebûrî: Barzanî û Helbûsî li ser damezirandina dewleta Iraqê ya nû bi serokatiya Kazimî li hev kir

Meş’an Cebûrî, Nûnerê wêdadayî yê Parlimana Iraqê di twîtekê da wek berteka li hemberî lihevkirina Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) û Hevpeymaniya Hakimiyetê li ser damezirandina dewleta Iraqê ya nû, got: Ev lihevkirin tê wateya derketina wan ji Hevpeymaniya Rizgariya Welêt ew her du ku tevî Sedir, endamê wê ne.Meş’an Cebûrî, Nûnerê wêdadayî yê Parlimana Iraqê her wiha nivîsî: Di lihevkirina roja Yekşemiyê yaa di navbera PDK’yê û Hevpeymaniya Hakimiyetê da tekezî li ser pêwîstiya lidarxistina hilbijartina pêşwext di sala 2023an da û damezirandina dewleteke bi desthilata tam hatiye kirin û ev mijar tê wateya derketina wan ji Hevpeymaniya Rizgariya Neteweyî ku pêştir hevrê digel Sedir tê da endam bûn.Cebûrî di twîta xwe da ragihand: Helwêsta ranegihandî ya herî girîng di lihevkirina navbera PDK û Hevpeymaniya Hakimiyetê da ev e ku dewleta Iraqê ya nû biryar e bi serokatiya Mistefa Kazimî serokwezîrê niha were damezirandin.

Başa dön tuşu