ÎranNûçeRojhilatanavin

Cîgirê fermandê biryargeha Sarellahê: Hêza mûşekî ya Îranê nayê muzakirekirin

Cîgirê fermandê biryargeha Sarellahê ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî got ku hêza mûşekî ya Îranê nayê muzakirekirin û got: Hêza mûşekî ya Îranê nayê muzakirekirin û her wiha hêza mûşekî ya Komara Îslamî ya Îranê tirs û xof xistiye dilê îstikbarê.

 Li gorî rapora roja sêşemjyê ya IRNA`yê, serdar sertîp pasdar Îsmaîl Koserî, Cîgirê fermandê biryargeha Sarellahê ya sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî bal kişand ser vê yekê ku  hêza berevaniyê ya Îranê qet nayê muzakirekirin û destnîşan kir: Îrana Îslamî bi hemî hêza xwe û bi qawet ji daxwaziya  narewa ya mustekbiran re dibêje “ na“.

Cîgirê fermandê biryargeha Sarellahê ya Sipahê pasdarên Inqilaba Îslamî destnîşan kir; Nizama  serdestîxwaz a cîhanî û di serî de Emerîka ji ber îqtidar û bandora  navneteweyî ya Komara Îslamî ya Îranê pir hêrs bûye û berfirehkirina rola Îranê li muadileyên cîhanî nikare qebûl bike.

Muzakireya li bara  bernama mûşekî ya Îranê, hêla propagendeya  hevpar e ku bi rênimûniya Emerîkayê, hin welatên  ewrûpî ji wan Brîtanya û Fransayê tev Rejîma  Siûdî têde rola xwe hene ku bi tirsandina ji Îranê bandorê li mudaileyên navçeyê bikin.

Başa dön tuşu