Serokê taxima tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hamas) li sefera Meqribê, mesela Qudsê û piştgiriya ji armancên Filistînê, peywira hemî welatên ereb da zanîn.
Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê, Xalid Meşel serokê berê yê nivîsgeha siyasî ya Hamasê û serokê taxima vê tevgerê li sefera Mexribê (Merakêşê), roja çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Rubata paytexta vî welatî, xwest ku bila her cure hewldanekê bikin ji bo zexta ser hikûmeta Emerîkayê ji bo ku ev welata ji biryara xwe ya derheq veguhestina balyozxana vî welatî ji Telavîvê bo Qudsê dev berde.
Serokê taxima Hamasê li sefera Meqribê destnîşan kir: Divê welatên ereb, mesela Qudsê mesela xwe bizanin û li hember wê berpirsiyariya dîrokî, siyasî û olî hebin.
Xalid Meşel bal kişand ser pejirandina reşnivîsa biryarnama li dijî biryara Trump ser Qudsê li civîna vê dawiyê ya Civata Giştî ya NY got: Dengirtina li vê barê bû sedem Emerîka bikeve tecrîdê.
Taxima tevegra Hamasê roja sêşemê ji bo hevdîtin û gotûbêja tev rayedar û serokên partiyên Meqribê li bara alûgorên vê dawiyê yên Quds û Filistînê gihêşt Rubatê.