IraqNûçeRojhilatanavin

Mesihiyên mûsilî: “DAIŞ, xristiyan di dêran de bi zindî dişewitandin”

Baha Erzan Asuyê rihspiyê mesihiyên Mûsilê di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ji bo ku rêxistina terorîst a DAIŞê xristiyan di dêran de bi zindî dişewitandin bi hezaran mesihî di rêyê zor û zahmet de ji Mûsilê reviyan.

Yek ji rihspiyê mesihiyan Baha Erzan Asu di axaftina xwe de got: “Xristiyan hem di dewra Seddam û hem jî di dema DAIŞê de pir êş û derd kişandin. Seddam, zilm û zoriyeke mezin li xristiyanan dikir, piştî rêxistina terorîst a DAIŞ kete Mûsilê jî heman tişt bi serê xristiyanan de hat. Bi dagirkirina DAIŞê bi hezaran xristiyan reviyan Bexdayê.

Erzan Asu di berdewamiya axaftina xwe de got: “Berî dagirkirina terorîstên DAIŞî derdora 3 milyon xristiyan li Iraqê hebûn û gelek ji van li welatên wekî Amerîka, Kanada, Almanya, Fransa û li cihanê belav bûn. Herwiha DAIŞê navçeyên Telafer, Hemdaniyê, Bartilla, Tikrit û Felluceyê dagirkirin û hemû xristiyanên li wan herêman bi awayekî perişan ji cihê xwe bûn.”

Rihspiyê mesihî di dirêjiya axaftina xwe de got: “Terorîstên DAIŞî ji mesihiyan re digotin hûn bêdîn in û koleye me ne û hemû tahde û zorî li wan dikirin, malên wan dişewitandin û dikuştin. Heta hinek xristiyanên ku wekî DAIŞê nekirin ew li dêrê civandin û bi zindî şewitandin. Mesihiyên ku araq vedixwarin dixistin hepse û destdirêjiya jin û keçe wan dikirin. Keçên xristiyên kirin cariye ji xwe re û gelek xristiyan jî di îşkencexaneyan de bi rêbazên nemirovane kuştin. Hê jî bi sedan xristiyan di girtîgeha rêxistina terorîst a DAIŞê de ne.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu