CîhanNûçeRojhilatanavin

Meşqa hevpare Amerîka û Qeterê li Kendava Farsê

Amerîka û Qeterê li Kendava Farsê meşqa eskerî birê xistin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Wezareta berevaniya Qeterê li daxûyaniya xwe ya îro serê sibehê ragihand ku hêzên deryayî yên vî welatî tev hêzên deryayî yên Amerîka li avên navçeyî yên Qeterê li Kendava Farsê, meşqekî teranzîtî birê xistin.

Wezareta berevaniya Qeterê hedefa vê meşqê zêdekirina karayiya xizmetkarên gemiyan û standardkirina van cure xebatan daye zanîn û got: Li vê meşqê herwisa meşqa gemiyên deryayî jî birê ket.

Li vê daxûyaniyê herwisa hatiye ku ev meşqa gor rêketina di navbera Duhê û Waşîngtonê bona perwerdehiya hêzên deryayî yên Qeterê cih hatiye.

Başa dön tuşu