ÎranNûçeRojhilatanavin

Meşqa leşkerî ya Iqtidara Hewayiya Fedayiyên Herêma Welayetê bi dawî hat

Şeşemîn Meşqa leşkerî ya Iqtidara Hewayiya Fedayiyên Herêma Welayetê tevî bidestxistina hemî armancên jipêşdiyarkirî li Isfehanê bi dawî hat.

Şeşemîn Meşqa leşkerî ya Iqtidara Hewayiya Fedayiyên Herêma Welayetê tevî bidestxistina hemî armancên jipêşdiyarkirî li Isfehanê bi dawî hat.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî nasyar bi IRNA`yê, emîr sertîpê duyem ê firokevan Mesûd Rozxweş berdevkê meşqa leşkerî ya Fedayiyên Herêma Welayetê roja çarşemiyê got: Ev meşqa leşkerî piştî bidawîhatina qonaxa opêrasiyonî û nirxandinê ji laiyê karzanan û serêxwegirtina armancên jipêşdiyarkirî li berûlayên cûrbicûr, bi vegera hemî firokeyên şêrr ên bomberêj bo meqerên xwe yên sereke bi dawî hat.

Şeşemîn roja Meşqa leşkerî ya Iqtidara Hewayiya Fedayiyên Herêma Welayetê ya hêza hewayiya artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji roja duşemiyê va li navçeya giştî ya Îsfehanê û ji navenda leşkerî ya Şehîd Babayî va dest pê bûbû.

Li vê meşqa leşkerî ya sêrojî cûreyên firokeyên şêrr ên rehgir, firokeyên şêrr ên bomberêj, firokeyên veguehstinê yên nîvgiran û sivik, firoekyên naskirinê û peywendîgirtinê, firokeyên ardûgihan û cûreyên firoekyên bêfirokevan beşdar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu