ÎranNûçeRojhilatanavin

Meşqa leşkeriya Peyamberê Hêja (S) li başûrê rojhilata Îranê dest pê bû

Fermandarê biryargeha Qudsê ya hêza bejahiya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê li başûrê rojhilata Îranê ragihand ku meşqa leşkeriya Peyamberê Hêja (S) li vê navçeyê dest pê bûye.

Li gorî rapora îro ya IRIB News`ê, fermandarê biryargeha Qudsê ya hêza bejahiya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê, serdar sertîp pasdar Mihemed Maranî got: Li vê meşqa leşkeriya sêrojî, 5 biryargehên ne sereke, yekîneyên şervan ên hêza bejahî û hewabejahiya Sipahê, topxane, sînorvanî, hêza ewlekarî û hêzên gelanî beşdar in.

Serdar Maranî armanca meşqa leşkeriya Peyamberê Hêja (S) li başûrê rojhilata Îranê xurtkirina binavahiyên navçeyê ji bo geşepêdan û avedaniyê, beşdariya xelkê li ewlehiya navçeyê û meşqa jibo amadebûna giştaliya ewlehiyê da zanîn.

Meşqa leşkeriya Peyamberê Hêja (S) li parêzgeha Sîstan û Belûçistan, başûrê parêzgeha Kirmanê, başûrê parêzgeha Xorasana Başûr û rojhilata parêzgeha Hormozganê bi rê diçe.

Serdar sertîp pasdar Mihemed Pakpûr, fermandarê hêja bejahiya Sipahê Pasdarên Inqilaba Islamî ya Îranê jî roja yekşemiyê, 10`ê nîsana 2016`an, tevî ragihandina birêxistina meşqa leşkeriya Peyamberê Hêja (S), peyama vê meşqa leşkerî ji bo gelê Îranê peyama iqtidar û pêşîlêgirtinê, û ji bo welatên navçeyê aştî û aramî û xweşkirina rewşê sa xurtkirina ewlehiya mayîndeya navçeyî dabû zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu