IraqNûçeRojhilatanavin

Êrişa kîmyayî ya terorîstên DAIŞ`ê ser Mûsilê

Grûpa terorîstî ya DAIŞê hin navçên parêzgeha Neynewayê dan ber êrişên kîmyayî.

  Li gorî rapora televîzyona  Al-Alamê,  dawîn endamên  grûpa terorîstî ya DAIŞê li navça Qiyarê li parêzgeha  Neynewayê beriya revînê bi mûşekên  gaza xerdelê êriş kirine ser malên xelkê û çenn bazarên Qiyarê ku li encama wê 7 welatiyên iraqî ji wan  zarokek pir giran şewitî.

Eva li halekê ye ku NY jî li bara îmkan a bikaranîna  mûşekên  madên kîmyayaî li dijî xelkê sivîl ê Mûsilê û hêzên iraqî ku li halê bipêşdeçûna  ber bi bajêr in ji aliyê DAIŞê hişyarî da.

Li gor nûçeyeke din ji Mûsilê Sed Mean berdevkê wezareta karên hundir a Iraqê ragihand ku  grûpa terorîstî ya DAIŞê ji yek ji sêyê beşa rojhilata  Mûsilê hatiye derxistin.

Li gor gotina  berdevkê wezareta karên  hundir a Iraqê li bereyên  başûrê Mûsilê heya niha 955 terorîst hatine kuştin û 108 kes jî hatine hêsîrkirin.

Sê heftiyan ji destpêbûna  operasyona  Neynewayê derbas dibe û li vê midehê hêzên iarqî gelek serketin bidest xistine û li hin mêhweran derbasî nav  bajarê Mûsilê bûne (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu