NûçeÎranRojhilatanavin

Meşqa Zulfiqar-1401ê; Pergala mûşekî ya Welayet-5ê bo cara yekem çalak bû

Pergalên mûşekî û yekîneyên ser avê yên Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bi avêtina mûşekên Qedîr’ê armancên xwe yên li nav deryayê ji nav birin.

Li gorî rapora ISNA’yê, Di dewama qonaxa sereke ya Meşqa leşkerî ya Zulfiqar-1401ê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da, sîstem û yekîneyên ser avê yên Hêza Deryayî bi avêtina mûşekên Qedîr’ê karîn armancên ser avê li nav deryayê ji nav bibin.

Mûşeka îranî ya dûrbirr a Qedîr’ê dikare armancên neguhêr û yên di hereketê da li navbirên dûr ên deryayî yên heta 300 kîlometrî bike armanc û wan ji nav bibe.

Amadebûn û berteka bilez, firrîn di nizmatiyê da, diqeta zehf di lêketina li armancê da, hêza zêde di wêrankirinê da, qabiliyeta zehf a dijî Cemîngê (Jamming) ji ber radara pêşketî û avêtina ji ser qayîqên bilez ji taybetmendiyên vê mûşeka stratejîk in.

Pergala mûşekî ya Welayet-5ê ku di rastiyê da pergaleke herikbar a perav-bo-deryayê bi birra 200-300 kîlometrî ye, bo cara yekem di meşqa Zulfiqar-1401ê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da ket xizmeta operasyonê.

Di beşeke din a vê operasyonê da, mûşekên erd-bi-erd ên Qedîr’ê ji Keştiya şêr a Elvendê hatin avêtin.

Mûşeka erd-bi-erd a Qedîr’ê cara yekem di qonaxa duyem a meşqa hevpar a Muhemed Resûlullah (S) a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê da bi awayê operasyonî hat ceribandin û cûreya wê ya xurttirbûyî di meşa Zulfiqar-1401ê da bi awayê operasyonî hat bikaranîn.

Meşqa hevpar a Zulfiqar-1401ê ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê êvara Pêncşemiyê, 29ê Kanûna 2022an, bi nihêniya ‘Ya Zehra (S)’ li navçeyên başûrê rojhilat, Peravên Mekranê, rojhilatê Tengava Hormuzê heta nêzikî Bendera Gewatirê û Deryaya Omanê heta xolgeha 10 derece li bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê bû.

Başa dön tuşu