ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Mesûm ser bikaranîna tecrubên Îranê tekez kir

Serokkkomarê Iraqê ser behrewergirtina ji tecrubên Îranê li warên curbicur jibo pêşketina aboriya Iraqê tekez kir.

 Fuad Mesûm, serokkomarê Iraqê roja çarşemiyê li hevdîtina Hesen Danayîfer balyozê Îranê li Bexdayê ser bikaranîna tecrubên Îranê li warên cotkarî, pêşeyî, bankî û jîngehê, lezandina paqijkiirna Çemê Erwendê û çalakkirina beşa geştyarî û ticarî navbear du welatan da tekez kir.

Fuad Mesûm her wiha spasiya rola Îranê derheq tomarkirina berhemên dîrokî û xwezayî yên Iarqê li lîsteya mîrata cîhanî kir.

UNESCO, Rêxistina hîndekarî, zanistî û çandî ya Neteweyên Yekbûyî yekşemiya buhurî bi dengê erê ya piraniya  endaman ji wan  Komara Îslamî ya Îranê bi tomarkirina  pênc golên avê û sê bajarên dîrokî yên Iraqê li lîsteya mîrata cîhanî pesend kir.

Hesen Danayîfer balyozê Îranê li Iraqê jî li vê hevdîtinê azadiya bajarê Felûcê ji bin dagirkeriya terorîstan li serokkomar û gelê Iraq pîroz kir û li bara amadetiya Îranê jibo berfirehkirina  hevkariya aborî û ticarî tev Iraqê agahî da.

Hesen Danayîfer herwiha cardinê ser piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji gelê Iraqê li şerê li dijî Terorîzmê pêgirî kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu