IraqNûçeRojhilatanavin

Metirsî heye DAIŞ pirên Mûsilê biteqîne

Pênc pirên ser ava Dîcleyê, rojhilat û rojavayê bajarê Mûsilê bi hev ve girêdidin. Tê gotin ku eger ev pir bên hilweşandin, divê artêşa Iraqê ji bo derbasbûna rojava, eniya Geyareyê bikarbîne.

Pênc pirên Mûsilê hene:

Pira Yekemîn: Pira kev a Mûsilê ku weke pira kevn jî tê naskirin. Taxên Nesir û Kelekçî bi hev ve girêdide.

Pira Duyemîn: Pira Hurriye ye ku taxên Maliye û Nebî Yûnisê herwiha rêya Kornîş û Dewasayê digihîne hev.

Beriya niha navê vê pirê Pira Feyseliyê bû. Piştî hilweşandina paşatiyê navê wê bû Pira Cimhûrî û di dawiyê de jî jiber taxa Hurriye, ku li rojhilatê vê pirê ye, navê wê bû Pira hurriye.

Pira Sêyemî: Ev pir taxa Xebat û taxên Refa û Zenccelî yên Mûsilê bi hev ve girêdide.

Pira Çaremîn: Ev pir jî taxên Zûbatê bi taxên Dindan û Teyeran ve girêdide.

Pira Pêncemîn:  Ev pir jî taxên Endazyaran û Rewşenbîrî bi taxên Zencelî û Nebî Cercîs ve digihîne hev. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu